GEŞDARIYA XWENDINÊ

GEŞDARIYA XWENDINÊ

Helbest: Zeynelabidîn Zinar

Ew yek e, lê yek ji wan nehsed hezaran 

Şûfê wê nehin li nêv welat û waran 

Perçem û qişt û lam û lêv wek hinaran

Zîn û Xec û Binefş nabin mizgîn caran

Perde ku rabit ji ber çehvên xumarî 

Alem sergêj dibit ji rengê nîgarî 

Çendî ku ew bi rengê xwezaya marî

Lê behişt e her li ber Firdewsa Barî

Çend rind û delal û xweşikcan e xopan

Mîna dol û zozan û Cûdî yû Sîpan 

Alem bûye jê re bi heyran û qurban

Nayê gotin xweşiya warê Madistan

Ne Laleşa Nûranî w Semsûr û Heran

Ne jî Gora Nû Peyamberê me Kurdan 

Melê Cizîrî û Werezûza Teyran

Hem jî Ava Jînê, dibitin gorîcan  

Elah! Helah! Çi xweşî daye min û te!

Lê nizanin em rûmeta rindiya te!

Bi qurban bin rih û can bo rindiya te

Lewre war li kadê niye bi şûfê te 

Ey ciwanê guhrdêrê evan helbestan

Bike pêdar û bixwîne şev û roja

Da rind binasî tu warê bav û kalan 

Zindî jî geşdar dibit bi xwendina wan.

09/ 06/ 2024. 11:36

 

XELAT