МЕЧТА MIN

МЕЧТА MIN

Helbestvan: Siltana Memê

 

Xewn û xeyal xeniqîn,

Sterk êdî ne biriqîn,

Ro bi girî çû ava,

Nayê bêhna gulava,

Eşq û rewşa evînê,

Ma dikşînî tu kînê?

Hîvê berda porê reş,

Emrê min bû şevereş,

Gul-govende li bejnê,

Ketim tora rûkenê,

Şev bi rengê çevê te,

Dilîlîne navê te,

 

 

26.07.2025s

Xelat