DIJMINO TE JI MIN XÊRE

DIJMINO TE JI MIN XÊRE

DIJMINO TE JI MIN XÊRE

Helbestvan: Siltana Memê

 

Sisê heyşt du hezar çardan,

Agir, şewat ser min dadan,

Nayê dawî, kul û derdan,

Dijmino te ji min xêre?

Ez Şengalim, Şengala Nûr,

Zulm dadixe min çehla kûr,

Ewled kirye bin zora şûr,

Dijmino te ji min xêre?

Zaroka min Êzdîxane,

Lê rakirin bah-fermane,

Distînin jê ruh û cane,

Dijmino te ji min xêre?

Got:- bukujin qewma Êzdî,

Li cinetê bibin cindî,

Hewara min Şêxê Mendî,

Dijmino te ji min xêre?

Bêwijdanî kete hestan,

Havîn li min bû zivistan,

Çilmisandin gul-gulistan,

Dijmino te ji min xêre?

Mina teyrê perşikestî,

Perwêza min bûye qestî,

Diponojim, wax bindestî,

Dijmino te ji min xêre?

Qedera min hestîhêre,

Êdî bese min bihêre,

Dil birîn bi xencer, kêre,

Dijmino te ji min xêre?

Salan bar kir tev rojava,

Ez hêsirim kanî, ava

Hêlepîtkim êş, alava,

Dijmino te ji min xêre?

Vebû dergê axirzeman,

Li Lalişê daket dûman,

Melek giryan li erş-ezman,

Dijmin te ji dunê xêre?

 

27.08.2025s

XELAT