Li bajarê Tetwanê 57mîn Festîvala Çand û Hunerê destpê kir
Bi serpereştiya Şaredariya bajarê Tetwanê ya bakûrê Kurdistanê 57emîn festîvala çand û hunerê dest pê kir û wê deh rojan bidome.
Festival bi druşma "Em rêya Aştiyê bi hunerê azad re dihonin" destpê kir û hêjmarek hunermendên kurd beşdarî festîvalê dibin.
Hunermend Mîkaîl Aslan di vê derbarê de li ser hesabê xwe yê Xê weha nivîsiye: Ji ber xetera windabûna zaravayê Zazakî/Kirmanckî, şaredariyê roja yekem a festîvala 10 rojî bi tevahî ji bo Zazakî, rojek ji bo zarokan û rojek jî ji bo jinan veqetandiye. Bi vê boneyê, min û hunermend Beser Şahîn konserek da.
Mîkaîl Aslan aşkira jî kiriye ku, di dîrokê de cara yekem e ku Zazakî rengê sereke yê bernameya festîvalê li Tetwanê ye, ku ji sedî 10-15ê Zazayên xwecihî lê dijîn.





Xelat
