Helbestvanê mezin Seydayê Tîrêj bi şevbihêrkekê hat bibîranîn

Helbestvanê mezin Seydayê Tîrêj bi şevbihêrkekê hat bibîranîn

Bi boneya 23'mîn salvegera koça dawîn a helbestvanê Kurd ê mezin Seydayê Tîrêj ve, Yekitiya Rewşenbîrên kantona Cizîrê şevbuhêrkeke hunerî li bajarê Qamişlo li darxistin.

Di şevbuhêrkê de hunermend, rewşenbîr, helbestvan û nivîskaran, helbestvanê Kurd Seydayê Tîrêj bibîr anîn.

Her weha sînevîzyonek li ser jiyana helbestvanê nemir Seydayê Tîrêj hat pêşandan,  ji aliyê xwe ve jî helbestvanan helbest û stranên ji gotinên helbestvan Seydayê Tîrêj, xwendin.

Gelê Kurd bi saya keda wêjevan û helbestvanan nexasim wekî Seydayê Tîrêj nave wî yê rast  (Mela Nayif Hiso) çanda xwe parast.

Seydayê Tîrêj di 1923'yan de li gundê Necim ê di navbera bajarên Amûdê û Qamişlo de ji dayik bûye. Bi sedan helbest û berhemên wî yên wêjeyî ji nifşên din re mane. Di 1952'yan de Seydayê Tîrêj ji aliyê rejîma Baas ve hat girtin û hêzên ewlekariyê dîwaneke wî ya helbestan telef kirin.

Seydayê Tîrêj bi sedan helbest di nav 3 dîwanên helbestan ên Xelat, Zozan û Cûdî de, nivîsandin. Di helbestan de evîna ji bo Kurdistanê berz dibe.

Hêjayî gotinê ye ku roja 23/03/2002an de Seydayê Tîrêj li bajarê Hesekê koça dawî kir û li gundê Girkeftar ê ku dikeve bakurî Hesekê hate veşartin.

XELAT