Hêlûna rûmetê Serê Kaniyê
Helbestvan: Merwan Berekat
Tu namînî dîla talandoz û bêrûmetan.
Di felsefeya tarîperest û talandozan de, hebûna ronahî û xweşkbûna sirûştê tunekirina wan e.
Di felsefeya ronahîperwer û jiyanhezan de, berxwedan jiyan e.
Belê Serê Kaniyê, zarokên royê dê gemara tarîperestî û talandoziyê ji dawa te ya pîroz damalin û bavêjin sergoyê qirêjya serdemên tarî.
Dê dîsa xemla bûkaniyê li bejna te kin.
9/10/2024
XELAT