Kefecana Bêdengiyê
Helbestvan: Merwan Berekat
Bêdengiya min ji min nedizin, pênek e
Jidayîkbûna helbestekê, hebûnekê ye
Ti qêrîn jê bilindtir tune ne
Hezar û yek sal in
Ez valahiyê davêjim têlbendên zemên
Bi dijminekî nenas re
Di kefecana tolhildanê de me
Destana min welatekî tîrlêketî ye
Navê min ji berê êşên min e
Zirthez li ser bextê min dilîzin
Her ku min davêjin ser maseya kabikavêtinê
Ez dibim çift, venîştî dimînim
Dirêj in, rê
Rê....
Pêyên min dixwin, dixwin û dixwin
Her dere, ez bilindtir dibim.
Efrîn: 29. 01. 2024
XELAT