BÊMIRAD IM
Helbestvan: Baqîyê Berûkî
Çend gotina ji dil verêjim saf û zelal
Kela dilê xwe pê re birêjim gor mecal.
Melûl û dil ş'kestîme sîne sed par im
Hêj umrê ciwanî bûme kalê destkopal.
Pehîza umrê min zû hat hêj tur û ciwan
Lew min nedî heval û hevalbendek delal
Dikim feryad û qêrîn û gazîn û hewar
Kanê ew heval û hevalbendên şîrhelal?
Hevî û lavên min ji bo te ey Xwedayî
Bo ? nesîb kî exlaq û aqilek kemal
Bê welat im bê kelata im hem bêmirad
Lew hinde dikim zar-zar feryad û nale nal
Neçêyane çend gotin ji dilê bê heval
J'bêmecalî me anî ziman hal û ehwal
XELAT