Danberheva Baqî Berûkî û Dilbikul Cizîrî

Danberheva Baqî Berûkî û Dilbikul Cizîrî

 Helbestvan: Dilbikul Cizîrî û Baqî Berûkî 

 

Were Bilbil Ez û Tu

Were bilbil ez û tu

Bixwînin em di gel hev

Bikin arî hevûdû

Ji siharê heta şev

Cizîrî

Ez bilbilek bê war im

Ji sorgulê bêpar im

Pîşt xûz û giranbar im

Min ne roj e ne jî şev

Berûkî

Bikin behsa evînê

Teşbîhê Mem û Zînê

Gorî bikin vê jînê

Dem biborit holê tev

Cizîrî

Ji evînê min bes e

Ne vîn ma ne hewes e

Li min ma yek nefes e

Dem û wext dane serhev

Berûkî

Ya te sorgul ya min yar

Tu xulxul ke, ez hawar

Hewa germ be, yan jî sar

Esla nebit bo me rev

Cizîrî

Sorgula min çilmisî

Sewta bilbil fetisî

Dev û didan qerisî

Lewra dikim bez û rev

Berûkî

Em bi hev ra bibêjin

Cerg û dilan bipêjin

Rondikên xwîn birêjin

Heta em kor bikin çev

Cizîrî

Ji gotinan bûme gêj

Cergêm helîya ji mêj

J'girî çavêm şile hêj

Lew kor bûm ji her du çev

Berûkî

Tu ser darê, ez bin de

Bisojin wekî find e

Car car bikin gazind e

Weslê bixwazin ser hev

Cizîrî

Hişk bûye ew dara min

Şewq nade çiraya min

Gazind ne ji yara min

Bes em negihîştin hev

Berûkî

Yên te pirr in, ya min yek

Qamet-elîf, çav-belek

Bawer nekî ka wer fek

Bêjî qey horî ye ev

Cizîrî

Yên mi çar in bêguman

Her çar yekin ji yek xan

Kes ji min nekin loman

Her çar ji bo min wek hev

Berûkî

Ez Dilkul, tu birîndar

Lê em herdu evîndar

Bo demê bin goyîndar

Ta yar bo me bit gihev

Cizîrî

Baqî wek bilbilek lal

J'hesreta yara şepal

Wekî pepûkê  melal

Awaza dide berhev

Berûkî.

Cizîr-Sêrt.

 

XELAT