Li Qamişlo 10. Festîvala Çand û Hunerê Birêve Diçe

Li Qamişlo 10. Festîvala Çand û Hunerê Birêve Diçe

Li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê roja 8/11/2024, Festîvala 10`mîn a Çand û Hunerê ku ji aliyê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê tê organîze kirin destpê kir û wê 10 rojan bidome.

Festival bi beşdariya bi dehan nivîskar, helbestvan, wêjevan, endamên Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê û saziyên civaka sivîl birêve diçe.

Festîvala çand û hunerê dê bi panel û şevbêrkên çîrok û helbestan werin lidarxistin, belgefîlm û şano werin pêşkêşkirin. Li Dawiyê jî wê xelatên Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê bên dabeşkirin.

 XELAT