Jinên Hunermend ên Kurd Xelata `Eazees`Wergirtin

Jinên Hunermend ên Kurd Xelata `Eazees`Wergirtin

Sê Jinên Hunermend ên bajarê Silêmaniyê beşdarî di xola duyemîn ya festîvala (EAZEES) ya navdewletî ya Şanoya Jinan de kirin ku li welatê Misrê hatibû lidarxistin.

Di festîvalê de sê jinên hunermend ên bajarê Silêmaniyê paytexta rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê xelat (Eazees) ya şanoyê wergirtin ku ji her yek ji hunermendan (Gezîze Omer, Nîgar Hesîb Qeredaxî û Firmêsk Mistefa) pêk dihatin.

Festival li mala Opera ya Misrê bi beşdariya 13 şanoyan ji Misrê, Mexrîb, Êraq, Japonya, Îspanya, Nemsa û Tunisê birêveçû. Festival 18`ê gulanê destpê kir û 22 Gulanê bi dawî bû.

XELAT/ Jêder: Almasra.iq