Roja Dawiyê
Helbestvan: Mehmed Hemokoçer
Roja Dawiyê
Vê sibê li ser kaniyê
Roja salê a dawiyê
Hemkoçer li gundê Şiyê
Dide ser hev bîranînan
Bîranîn û hem hêviyan
Weke rêsê li teşiyan
Hest û ristan dike xûyan
Şîn û şahî dil dertînan
Şîn şahiyê dimeyîne
Ta ku derd dibe evîn e
Her kes xwe lê ditewîne
Jiyan bo zîrek û dînan
Dîn û jêhatî ji hev in
Ji berê de pir ji kevin
Hinek ji cenga direvin
Hinan jî ber bi xwe tînan
Hinan awa xwe radikir
Hinan bi tirs darrê dikir
Hinan bi serê xwe dikir
Hinan di xwe de hiltînan
Di xwe de ez dikeyînim
Van ristên teze dertînim
Di ser re ez î gergînim
Di bin re ez ji xemgînan
Xem û xewn û omidiyê
Min lele dikin bi Şiyê
Bi tenêtiya bengiyê
Dan min bawerî û înan
Înan bikin jîn bi çûk e
Dunya û dem jî tev rok e
Sibehê keçik û bûk e
Nîvro şûnda ax û fîxan.
XELAT
