Dinya har e...

Dinya har e...

Helbest: Xaylaza Reşîd

 

 

Dinya har e...

Dinya hatiye çi betsare

Dixwazim lê bikim bare

Kesî ra nabim dildare

Bo me kurda gelek hare.

Dinya ronik dikin tarî

Herro herro agir barî

Kê xilazke me ji vî halî

Bêbext alem çima lalî.

Me dikujin çargurçika

Kewkî dikin şêr keçika

Xwe davêjine qulçika

Wan paçikê ber kulfika.

Hûn keftarin  em e şêrin

Em ê hestiyê we bihêrin

Kitekê ji we nahêlin

Bese bese me bihêlin.

Em bê sûcin ser axa xwe

Diparêzin em heqê xwe

Em ê bistînin warê xwe

Gul û geşkin welatê xwe.

 

17.01.2026

Xelat