Dayê
Helbest: Welîd Hemîd Xelîl
Dayê
Min tu di xewna xwe de dîtî ku…
Tu bê zar û nexweş bû dayê can…
Ji bo Xwedê, ka bêje min; kê dilê te hêlaye?
Dayê….di serî de ez di kasayeta te de vê helhebestê diyarî hemû dayîkan bikim,ji ber ku êşa û janên we hevpar in….
Dayê
Çêdibe ku di çînên wek…
Koleyatî…
Feodalîzm...
Kapîtalîzm.
Û Sosyalîzma Pêkhatî de
Rastiya pêşengiya we di dîroka mirovahiyê de hatibe çewtkirin…
Mafên we ji aliyê serdestiya beşek ji hişmendên baviksalariya paşerû ve hatibin desteserkirin.
Di nav çar dîwaran de hûn hatibin zîndanîkirin…
Mîna Robotan …
Xizmeta malbat ,zarokan…
û xweperestiya bê wijdanan dikin ..
Hûn kirine wek kelûpelan di bazarên bê wijdaniyê de
Hûn tên kirîn û firotin.
Dayê..
Em baş dizanin hûn xezîneyek e dewlemend ya jiyanek windayî ne..
Em jî bûne dîlên nehêlana felesefeya we ya jiyanê
Bûne qurbaniyên Yasayên Daristanan…
Dilê me şikestiye ,di dojeha tarîtiyê de..
Bihara dilê me bûye payîzek e tarîk
Mîna zarokekî sêwî bûne…
Jiyana me bi bê felesfeya we wekî mûmekê şewitî û heliya ye…

Dayê...
Lê di wîjdana me de hûnê her wek xwedawend Diyane, xwedawenda ya li Kurdistanê bimînin.
Hûn wek Xwedawend Anahîta, Xwedawenda Jîrbûnê û Bedewbûnê ya li cem Zerdeştiyan ne.
Hûn mîna xwedawenda Înanna, xwedawenda Evîn û Bedewbûnê ne,
Hûn wek xwedawenda Şawîşka, Xwedawenda Bedewî û çaresera tendirustiyê ne…
Hûn mîn Xwedawenda Estêre, xwedawenda Hişmendî û Bedewbûnê ne…
Li cem bav û bapîrên me yên Hûrî, Gotî û Mîtaniyan.
Hûn mîna Xwedawenda Athena xwedawenda hişmendî û Şer in ya li cem Yunaniyan…
Hûn balyozên felsefeyek ya rewişt û jiyana azad in.
Emê qet nebêjin bila cihên we bihuşt be dayê.
Ji ber ku bihuşt , ciwaniya jîngehê û civakbûyînê… berhemên Şoreşa Neolotîk û şarstaniya mirovahiyê ya we bi xwe ne..
Dayê
Hûn xwedanên ramana bihuştbûnê ne …
Di Felesfeya Wîjdanê Mirovahiyê de û
şaristaniyên Mezopotamya, Hindistan, Misrê û çendîn deverên din yên cîhanê…
We Şaristaniyên vebiriqî ava kirine…
Çol kirin bihuştên rasteqîne,
Belê Dayê…
Navên we bi tîpên Zêrîn di mûzexaneyên wîjdana mirovahiyê de …
hatine nivîsandin û neqişkirin…
Peykerên we yên li ber deriyên şikeftan de hatine neqişkirin….
Selmênerên mezinbûna rola we di şaristaniyên mirovahiyê de
Dayê can…

Piştrast bin ku emê qet we ji bîr nekin…
Hûn herdemê ferhenga jiyana me ne ku…
Di hemû werzên salan de hûn demsalên buhara me ne…
Hûn helbesta zindîbûna felsefeya dadweriyê ne di evîna me de ne..
Destanek e zindî ya evîndariya me ne ku…
Bi renegên Kesk, Sor û Zer….
Di dil de….
Li ser sînga welatê me hatine xemilandin…
Hûn Kevokên me yên Aştiyê ne…
Hilgirên peyama vejîna jiyanek bi rûmet in …
Dayika min ya pîroz…
Hûn Zêrê resen in ku qet zengarî nabin…
Di nav kirêtûna hişmendiya Baviksalariya paşverû de…
Kes nikare tîrêjên roja we tarîk bike…
Emê wekî gerstêrk li derdora we melevaniyê bikin.
Dayê…
17ê Cotmeha 2025an
Xelat
