Kerîmê Jîrkî û testa kurdbûnê…

Kerîmê Jîrkî û testa kurdbûnê…

Nivîsîn: İkram Oguz

Ji bo min ayetên herî pîroz kilam û stran…

Pêxemberên ku wan distirên jî dengbêj in.

Ez kîngê rastî dengbêjek werim, çend roj û şevên min bi wî/wê ra derbas dibe.

Heta ku jê bikerixim, ew distirê, ez jî bi dil û can lê guhdarî dikim.

Dengbêjê ku ev çend roj e, di telefona min a zîrek da bûye mêvan û bi min ra dijî, Kerîmê Jîrkî ye.

Kilam û stranên wî zêde, dengê wî jî xweş e.

Ew distirê, ez dimeşim…

Ew distirê, ez dixwînim…

Ew distirê, ez dixebitim…

Ne ew diweste, ne jî ez ji dengê wî eciz dibim.

Jiber ku xwedî taybetîyeke cuda ye.

Qasî kilam û stranên civatê, ku li Serhedê ji wan ra kilam û stranê rûniştkî jî digotin, ewqas jî yên govendê jî distirê…

Stranbêjîyekî bi teql û aheng.

Bi kilamên wî yên civatê va ez di nav xewn û xeyalên xwe yên têkçûyî da wenda dibim û di kurahîya dilê xwe da digirîm…

Bi kilamên wî yên govendê ra jî, dilê min dikele û di cîhê xwe da direqisim.

Piranîya dengbêjên me yên Serhedê kilamên govendê nedistiran û hê jî nastirên.

Di demên berê da ew di civata mîr û began da rûdiniştin, dest xwe diavêtin pelika guhê xwe, peyv û gotinên pîroz di kûrahîya dil da dixulxulandin û dianîn ziman.

Xêncî dengê dengbêj, di civatê da tu deng dernediket…

Merîya digot qey civat kerr û lal e.

Bi hahîkirina dengbêj ra, mîrê civatê kî ba, wî di wê navbeynê da „sihet xweş“ digot û dîsa lal dibû.

Dengbêjîya Serhedê îro jî bi awayek didome…

Lêbelê ew civatên ku Şakiro wek “civatên mîr û began” bi nav dikir, êdî li Serhedê jî neman.

Dengbêjên ku mîna Kerîmê Jîrkî dîmenên ji civatên berê tînin bîra merîya jî kêm in.

Kerîmê Cizîrî dengbêjekî cuda ye.

Jiber ku ew qasî kilam û stranên civatê, kilam û stranên govendê jî distirê û di herdu xalan da jî xwedî deng û awazeke serkeftîye.

Herwiha mirov nave wî nizanibe û rû û rûçikên wî nebîne, dikare bibêje ew dengbêjek ji dengbêjên Serhedê ye.

Jiber ku bi kurdîyeke xas û bi vegotineke zelal distirê û bi deng û awaza xwe hestê merîya dihelîne.

Dema ku kilamên govendê distirê, mirov nikare di cîhê xwe bisekine.

Loma ez ji kilamên wî yên govendê ra dibêjim, test a kurdbûnê…

Kurdên ku li wan kilaman guhdarî bikin û nereqisin, bila ji kurdbûna xwe bikevin şikê.

Wek tê zanîn di van demên dawîyê da çêkirina test a DNAyê bûye mode.

Gelek kes testa xwe çê dikin, ku bizanibin ka ew ji ku û ji kê hatine…

Test jî buha ne û li her derê jî nayên çêkirin.

Lê ne pêwîst e, ku kurd perê xwe bidin û li cîhê çêkirina testan bigerin.

Ger ku di berika wan da telefoneke zîrek hebe, ew li mal, li cîhê kar û di rê da jî dikarin testa xwe bixwe çê bikin.

Bes ku bikaribin bikevin youtubê û li li kilam û stranê Kerîmê Jîrkî yên govendê guhdarî bikin.

Bi taybetî jî li kilama wî ya bi navê “Ha Qutkê…”

Dema ku Kerîmê Jîrkî dest bi stranê bike û bibêje „Ha Qutkê“…

Yê ku ji cîhê xwe qil bibe û bilîze, bêguman ji % 100 kurd…

Yê ku di cîhê xwe da biçilmise û nelive jî, bila bizanibe ku dê tirk, bav jî ereb nebe, ji % 50 ecem e …

Lînka testê û bendek ji gotinên wê jî ev e:

Qutkanê qutkanê qutê
Ha Qutkê
Nêrîyek ireşin e
Ha Qutkê
Çengê bihejîn e
Ha Qutkê
Zozan Fereşîn e
Ha Qutkê
Qutkê bibizdîn e
Ha Qutkê…

09.08.2023

Sekoya Kurmancî