Ger Ji Bo Min Eşqek Hebe
Helbestvan: Merwan Berekat
Ger Ji Bo Min Eşqek Hebe
Ger ji bo min eşqek hebe
ne Çiyayê Kurmênc be
bila qet û qet nebe.
Ger ji bo min jiyanek hebe
ne li zeytûnistanê be
dê her pûç û dojeh be
Gotin te tenê hêviyek heye
dibêjim ger ne azadiya min be
bila her û her çelmisî be
Gotin me tenê dayîkek heye
dibêjim ger ne zimanê Kurdî be
Li min heram, li we pîroz be
Gotin te tenê xewnek heye
dibêjim ger ne Kurdistaneke serbixwe be
Bila her di xewa giran de be.
Qamîşlo: 08. 02. 2025
XELAT
