Sernûserê Xelatê bi şandeke hunerê re dîdar kir

Sernûserê Xelatê bi şandeke hunerê re dîdar kir

Li bajarê Silêmaniyê, şandeke hunermendên Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê serdana sernûserê Xelata Kurmancan Hozan Efrînî kir.

Şanda navbûrî ku pêkhatibû ji her yek, (Îmad Nasan) berpirsê navenda çand û hunerê li Almanyayê û hunermenda naskirî a Rojhilatê Kurdistanê (Şadî Xolamî) û mûzîkvan (Sîrwan Keşavarz) ku ji aliyê Hozan Efrînî ve bi germî hatin pêşwazî kirin.

Di serî de, sernûserê Xelata Kurmancan derbarê kar û barên kovar û malpera Xelata Kurmancan şirove kir û rola Mekteba Bîr û Hoşyarî û Ragihandina YNKê di piştgiriya karên Xelata Kurmancan de bi sadeyî anî ser ziman û rola wê di peywendiyên hunermend û ronakbîrên kurmancan li hundirî welat û dervayî welat anî ser ziman.

Ji aliyê xwe ve jî, mamoste Îmad Nasan ku xelkê Efrînê ya Rojavayê Kuridstanê ye, derbarê çand û hunera resen a kurdî li Kurdistanê û li Ewropayê şirove kir. Her weha kêfxweşiya xwe ji Herêma Kurdistanê û bi taybet ji Silêmaniyê re ku paytexta Çand û Hunera Kurdî ye anî ser ziman.

Hunermenda Kurd (Şadî Xolamî) ku xelkê Sine ya Rojhilatê Kuridstanê ye ku bi Hevjîna xwe (Sîrwan Keşavarz) re hatibû, derbarê karûbarên hunera kurdî û girîngiya wê û bi taybet hunera resen a gelêrî û vejandina wê di xizmeta civakê de, bi zelalî anî ser ziman ku di kenalên cuda cuda ên kurdî de stran û çalakiyên xwe pêşkêş kiriye ku ji wan kenala Kurdsat û a Gelê Kurdistanê.

Xelat-Taybet