Bi 40 hezar keviran ala Kurdistanê çêkirin

Bi 40 hezar keviran ala Kurdistanê çêkirin

Du ciwanên kurd ji Devera Xaneqînê ya başûrê Kurdistanê, wekî dilsoziyek ji bo pîroziya ala Kurdistanê û bedewkirina ew bajarê Kurdistanê bi 40 hezar keviran alayeke mezin a Kurdistanê çêkirin.

Biyar Mecîd, yek ji wan herdu ciwanan, ji rojnameya Kurdistanî Nwê re axivî û got: Demek dirêje ew fikre wisa di hişê me de hebû, lê di pratîkê de me mehek berê destpê kir û me karî wê bi awayê ku me dixwest bicîh bînin.

Wî got: 40 hezar kevir ji bo çêkirina ala Kurdistanê bikar anîne û dûv re hatiye reng kirin.

Biyar zêde kir û got:

Ala Kurdistanê yak u çêkirine 30 metran dirêje û 17 metran jî bilind e. Li binê Bendava Elwan hatiye çêkirin. Min û hevalê xwe Heme Qeys û hejmarek ciwanên din ên ji Xaneqînê alîkariya me kirin.

Xelat