Li Amedê Xwaringeha Gel hate vekirin 

Li Amedê Xwaringeha Gel hate vekirin 

 Li bajarê Amedê ya Bakûrê Kurdistanê `Xwaringeha Gel` hate vekirin. 

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li ser malpera xwe belav kiriye ku, "Xwaringeha Gel a ku wan vekiriye da ku xwarinên erzan, paqij, xweş û pêbawer pêşkêşî gelê xwe bikin, bi birîna qorta vekirinê ya Hevşaredarên me Serra Bucak, Dogan Hatun û beşdaran dest bi xizmetê kir.

Her weha diyar jî kiriye ku, li "Xwaringeha Gel" ku ji bilî yekşemê her roj vekirî ye, bi nirxekî erzantir ji bazarê xwarin tê dayîn.

XELAT