Efrîna min negirî
Helbest: Welîd Xelîl
Dilê min menale û meke qêrîn û hawar
Stûyê xwe netewîne…
Firmêskên xwe bi hêviyê paqij bike..
Hesretên te, rojekê dê bi dawî bibein…
Ez tehemûl nakim ku firmêskên te biherikin,
Bila neyarên me kêfxweş nebin…
Zû firmêskên paqij bike
Negirî,Kelha Nebî Horî ya min,
Rojekê tu dê vegere ji bo Efrîniyan..
Negirî, kelha Semana min…
Negirî, dilê min, rojekê tu dê vegere…
Tu her strana azadî û hesretê dilê me..
Tu bê navber di dilê me de lêdide
Negirî, Efrîna min, rojekê tu dê vegere
Hez nakim tu bigirî..
Ez dizanim tu jî wek min birîndarî.
Lê êdî stêrk li esmanên geşbîniyên digirîn
Digel me hevaltiyê dikin…
Daku xemgîn nebin…
Birûsk dilê me yê tarî ronî bike…
Em bawerin tu rojekê vegerî
Me gelek şevên tarî di zîndanê sitemkariyê de derbas kirin
Çavên me ji nebûna te kor bûn
Zimanê me lal bûn…
Lê xemgîn nebe
Heta dildarên te hebin…
Heta pelên darên Zeytûnên …
Di hemû demsalan de Kesk bin…
Rojekê tu dê vegere…
Raste…
Gelek kes hatin kuştin …
Darên Zeytûnêne te hatin birîn..
Şûnwarên te hatin talankirin..
Rûxandin…
Lê neyar nizanin ku Efrînî çiqas bêne kuştin …
Ew mîna tovanin ku bi sedan kes li cihê wan dê şîn bibin..
Heya darên Zeytûnê di çar demsalan de Kesk bin…
Dê her şîn û geş bibin û namirin.
Heya çiyayên Hawar û Lêlonê li pişta me bin…
Heya ku Efrîn afrandin be..
Hêvî û xeyalên neyaran dê pûç bikin.
06-12-2025.Şemî
Xelat
