Ax li min?

Ax li min?

Helbestvan: Hasan Kordede

 

 Bûme kurê bêrîkê

Ji vir heya dêrîkê

Tiro viro bûn rêber

Em ketne gêjgerînkê?

 

Ev deh salin ceng û şer

Welat wêran bû yek ser

Hûn gel dibînin wek ker

Ka         bixwê    zirînîkê!

 

Pişifandin xewnên me

Helisandin rewnên me

Fetisandin dewnên me

Gotin      bijî     mînikê?

 

Em bûn kolê ber kola

Cihê me çû nav sola

Bûne goga ber gola

Çi  têt  ji  qin  qinîkê?

 

Galgal û got mane rût

Dewran girtin yên ekrût

Rûtik naman bûne pûrt

Para  gur  dan  fînikê?!

 

06/01/2024-Serzorî

XELAT