Kenê herî bedew

Kenê herî bedew

Kenê herî bedew

Helbestvan: Hêmen Kurdaxî

Kenê herî bedew,

Min di pencereyekê,

Di rûyê keçeke xwezayî dît,

Ku Berbiska ber porê wê Pinpilûlk bû!

Tabloya herî bedew,

Porê pitika (pîrik) min yê bi Hinne,

Di dîwarê xaniyê me de,

Ku Hêlîna çivîkan;

Jêra cîranên bêhnaram bûn!

Giriyê herî bedew,

Barana ku di rûyê Xaniyê me re diherikî û

Di rûgeşiya Gulên pencerê de vedimrî,

Û lehiyê ji Kilisyê dihat ligel çend Hûçên çiyê bû!

Maçê herî bedew,

Ku Apê min "Mûso" li eniya min dabû û,

Şêrê hundirê min şiyar kir bû...

Min jî 15 sal ji Nefelan, ji Sûsinan...

Li rûyê Binefşa Narîn mohr kiriye bû!

 

Varel 03.01.2024

 

XELAT