RONDIKÊN AGIR
Helbestvan: Burhan Hesso
Ez navê wê nizanim
Lê Çavên wê, di wê kêlîkê de
Ji Rondikên wê re ,dibûn zindan
Ne dihatin girtin, ne dedihatin berdan
Bibûn mîna sûnda Kurdistan,
Jan neman
Ez wêneyê wê naweşînim,
Lê min dît , goşt , can û laşê wê tev bi tivinga wê re
Xwe avêtin agir
Har li vir
Ha li wir
Henasên wê di bejna çiyan de ,dibûn kevir
Ez nizanim ew ji ku ye Lê bawerdikim
Mîna boleke berx , berxkên şîrmij
Şîrkujtî, ji pêsîrên dayikên xwe vebûne
Gundek li pey saw girtiye
Daykek li pey , ta îro bendewar maye
Û tivinga wê jê re bûye duriv û nîşan,
Ew û tiving ji hev nasnekirine
Ez wê ji bîr nakim, Lê kutkuta dilê wê , di dilê min de ,
Diçe,tê
Tê û diçe
Bûye
Wek bivir
Sînor di nêv her çar parçên Kurdistan de ,
Jê bir
Di nêv,her çar parçên Kurdistan de bû pir ,
Kurdistan Kir
Yek Bir

Xelat
