Vegere EFRÎNA Dilê Xwe!

Vegere EFRÎNA Dilê Xwe!

Helbest: Husên M. Hebeş (Hussein Habasch)

 

Vegere

Vegere

Vegere wê axa pîroz

Wê axa bi rûmet

Wê axa ku rojekê ji rojan

Xweda bi zimanê Kurdî lê axifiye!

Vegere

Vegere

Vegere wê axa ku bi şîrê dayikan hatiye sitran

bi xwîdana bavan hatiye mizdan

û bi xwîna şehîdan hatiye avdan.

Vegere

Vegere

Vegere da ku tu ji nû ve xwe

bi kenê darên zeytûnan bixemilînî

Xwe ji nû ve bi qirm û rehên wan ve bialînî

Xwe ji nû ve bi şaxên wan binivîsînî

û ciwaniya xwe ji nû ve vegerînî.

Vegera

Vegera

Vegere, hestên xwe li bin wan darên hêvîdan raxîne

û nimêje zeyt û zeytûnan nimêj bike.

Vegere

Vegere

Vegere EFRÎNA xwe ya bejinbilind

Bi roka wê ya azad û germik,

birînên xwe derman bike

û bayê wê yê pak û hênik

di henaseyên xwe de bimeyine.

Vegere

Vegere

Vegera û baweriya xwe tenê bi ezmanê wê bike

Tênê bi deşt û çiyayên wê bike

Tenê bi daristan û zeviyên wê bike

Tenê bi hebûna û hemdemiya wê bike.

Vegere

Vegere

Vegere, govend û dîlanên azadiyê

li ser bêderên wê bigerîne

bê westandin bigerîne

her dem bigerîne...

Vegere

Vegere

Vegera EFRÎNA dilê xwe

da ku tu ji nû ve bibî Xweda!

Xelat