EY FELEK - Baqî Berûkî
Helbest: Baqî Berûkî
Pêlewaz: /-// /-// /-// /-/
Ey felek bes her muxalif, mihnet û janî li min
Keyf û cewlan min nedît, qet nake carek meyl li min.
Her bi qesda kuştina min, meyl dikî cellad tu yî
Her seher bayê şimalê, rengereng têtî li min
Çeng û perwazan didim, wek murxê sernîvjêkirî
Lew bi lerz û cezbeyan, sekran e mewt îsk têne min.
Wer ji derba xenceran, wek leşkerê laş tev birîn
Min nema taqet, ku vê cengê bikim, hêz nîn e min.
Min bi qewlê dîtina rojên xweşî, borand umir
Lê te carek ez nedîtim, her cefa jan daye min
Sed nişab dil da simandin, dax û janên bêhisab
Xencer û tîr û teber, sed reng muxalif têne min.
Ma kesek nîn in bi carek, bo me mehderrê bikit
Nîn e min dost û refîqek, lew hewar hawar e min.
Dil wekî derya diforit, pêl bi pêlan cezr û med
Sînedaxê bo welat im, lew wiha qîrîn e min.
Wehş û hêç, rom û ecem, warê mi tev wêran kirin
Hem li gel hovên ereb, çar hêl e zorê têne min.
Bes tu "Baqî" her dinalî, dil birîn î bê dewa
Lew ji ber bêdewletî, ev reng ecayip têne min.
27/11/2023. Sêrt.
XELAT