HORÎ YA MIN
Helbest: Karîna Osêyan
HORÎ YA MIN
Kulîlka ber bîna min
Pencê tava dilê min
Îşiqa herdû çavên min
Horî û meleka min.
Bedew û delalî
Kaw û kubarî nazikî
Derdê min re hevalî
Ruhê min re dermanî
Dilê xedar şa dikî
Bi hub û hez tijî dikî
Bi kenê xwe melhem dikî
Karê heyrana xwe dikî....
11/05/24 Fransa
XELAT