BARÎNA DÎNBÛNÊ
Helbestvan: Merwan Berekat
Tu û straneke kevokan
Tu û kenê sibeheke biharî
Tu û bêhna nêrgizên çolê
Tu û hêminiya şeva evîndaran
Tu û semaya stêrkên fedok
Tu û hilma berbangên xunavî
Tu û awirên heyva sêrojî
Tu û silava meqesokên Avdarê
Tu û dengvedana barîna awazên nazik
Dibin helbesta perperîkên eşqê
Bi wan re dibim barîna dînbûna xwe
Bi ser bihara te de dibarim
dibarim
dibarim
Dilrevînê
Efrîn: 27. 02. 2024

XELAT
