Gula Nav Keviran
Nivîs: Karîna Osêyan
Hebû, tunebû, keçek hebû. Navê wê Karê bû. Li gundekî ku bêdengî bûbû zimanê êşê jiyan dikir. Nizanim çima, ji bo çi, ji zarokatiya xwe ve, mirovan li hember wê gelek kevir davêtin kevirê gotinan, kevirê nêrînên sar, kevirê bêbextiyê.
Dilê wê bûbû wek dîwarekî kevn. Her derê şikestî, her derê şopên lêdanê. Êşa dilê Karê bêdeng bû, lê kûr bû.
Rojekê dengê wê ji dilê wê derket û got.
"Hemî keviran diavêjin min
Xwezîka yekî gulek bavêta min
Minê ew gul himbêz û bêhn bikira
Minê ew gul di sînga xwe de defin bikira".
Lê Karê bawer dikir ku Xwedê wê bi tenê di nav birînan de nehêle.
Rojekê, di nav barana keviran de, ji nişkê ve gulek ket ber lingê wê. Ne kevir bû. Gulek sor bû, hîn bi xunavê sibehê şil. Kesî nedît ka kê avêtibû. Bayekî nerm ew anîbû, an destê veşartî yê qederê bû. Karê nizanibû.
Karê gulla hilgirt. Tiliyên wê yên ku ji keviran qetiyabûn, bi tirs û hêvî li ser pelên wê geriyan. Wek helbesta wê digot, minê ew gul himbêz û bêhn bikira. Bêhna wê kişand hundirê xwe. Ew bêhn digot: "tu hê jî sax î, tu hê jî hêja yî".
Ji wê rojê şûn ve, her carê ku baranek nerm ji asîmanan dibarî, gulek dihat dîtin li ber deriyê wê. Carna nêrgiz, carna beybûn, carna jî tenê pelek hêşîn.
Kesî qet nedigot "ez ji te hez dikim". Keviran ew ziman ji devê gund biribûn. Lê gulan bi xwe digotin.
Baran bû ku dibarî, barana pîroz, barana asîmanan. Her dilopa wê digot: ez dibînim te. Ez dizanim tu li vir î.
Karê dest pê kir ku gulan biparêze, di sînga xwe de defin bike. Ne bi axê. Wê ew di deftera xwe ya biçûk de, di navbera rûpelan de, ziwa dikirin. Her gulek dibû şahidek. Şahidek ku asîman jî ew dîtibû.
Kevir hîn jî dihatin. Xelk digot "ew xeyal dike, kes ji wê hez nake". Lê êdî her kevirekî ku li bedena wê diket, li ser bîranîna gulekê di dilê wê de dişikest.
Şevekê, şer hat gund. Agir ket her derê. Gund şewitî, Her kes reviya ku ruhê xwe xilas bike. Mixabin vê demê di nav dû û êgir de, Karê winda bû.
Sal derbas bûn ser salê, dîsa bêdengî bû, dîsa kevir li ser Karê barîn.
Rojekê ewrahî bû. Karê ket bîra Xwedê. Û vê carê jî, ji asîmanan baranek gur barî li ser gundê wêran. Ne wek berê bû. Ev car wek hêrs, wek dilovanî, wek xatirxwestina Xwedê.
Baran barî li ser gundê bê Xwedî. Di nav xirbeyan de, di bin keviran û xirbeyan de, defterek hat dîtin.
Bah bi baranê re ew vekir. Hemû gul hîn li wir bûn. Ziwa bibûn, reng çûbûn, lê bêhna wan di nav kaxezê de mabû.
Di rûpela dawî de, bi xeteke lerzok hatibû nivîsandin.
"Gulên ku bi baranê hatin, kevirên min ne şikandin...
Lê hînî min kirin ku ez di nav wan de bijîm.
Heke asîman rojekê dîsa bigirî, bizanibe ku ez li benda hêviyê me, di nav her dilopekê de."
Ba rabû, defter bi xwe re bir.
Dûr, li wir ku Karê, bi hêvî û aramî jiyan dikir.
Karê deftera xwe girt, bir ber dilê xwe. Êşa wê kêliyê wek hezar kevirî bû. Lê vê carê ew bi xwe hilbijart ku êşa xwe nevêja lê hilgirinê ne kevir, lê bîranîna gulên ku baranê anîbûn, defin kir di sînga xwe de.
Kevir hîn jî dihatin, lê êdî ew ne wek berê Karê diêşandin.
Ji ber ku Karê fêm kiribû.
Her kevir nikare gulek bikuje.
Dil şewat ewe ku tu di nav cîhanek tijî kevir de, asîman bibînî ku li şûna birûskê, gulekê bi baranê bavêje te. Û dil şewatir ewe ku ew gul rojekê ziwa bibin. Lê tu êdî ne wek berê diêşî, Ji ber ku niha tu dizanî gul çawa bêhn dikin. Û dizanibû ku baran ne tenê bereketa axê ye.
Carna jî baran tenê kes ez ku ji me re digirî û giyanê mirov derman dikê
Xelat
