Jî hestê te ra

Jî hestê te ra
Helbestvan: Dîlan Makû
Jî hestê te ra,
Bendek li bende sazê bim,
Ji hestê te ra,
Hozanvanekî bi nav bim ,
Ji dilê te ra ,
Çîrokêka bi dawî bim ,
Ji emrê te ra,
Kerwanê, bi dewa dil bim,
Hebûna te ra,
Bêrîvana , Bêrîyê bim,
Ji dama te ra,
Şevek li şevê dirêj bim
Ronîya te ra ,
Dengê aramîya rê bim,
Hatina te ra ,
Rêyek ,li van rêyên dûr bim,
Ji bêhna te ra,
Ezê demsalê dîyar kim ,
Sê mehê wê ji senbol kim,
Nîşana xwe û te bikim ,
Xwe xewn,xeyala azakim ,
XELAT