Ҫanda Stranbêjiya Kurdî ya Gelerî

Ҫanda Stranbêjiya Kurdî ya Gelerî

Nivîs: Nûrê Cewarî

 

Pirtûka min ‘Ҫanda Stranbêjya Kurdî ya Gelerî’ bi rya  Akadêmya Zanyaryê ya Ermenistanê sala 1976 li Yêrêvanê ҫap bûye.

Her ҫiqa ez zanim di meydana mûzîkzanya kurdîda ev pirtûk ya yekemine.  Pirtûk têza mine Doktoryêye ku sala 1971 li Yêrêvanê hatîye pêjirandinê.  Tevî mûzîkzanan, usa jî  zmanzanên eyan Qanatê Kurdo û  Îosîf Tsûkêrman, bi nivîsar û axaftinê pişgirya têza min kirin.

Para pitûkêye pêşinda notenivîsarên stranên kurdî yen pêşekzanen başqe têne analîzkirinê.  Bi sirê li ser karên pêşekzanan tê gotinê. Bi taybetî  13 notenivîsarên stranên destanên kurdî, yên  klasîkê mûzika ermenya Komîtas, bilind têne qîmetkirinê. Ew notenivîsar sala 1904-a li ‘Berevoka Êmînêane Civakzanyê’(Êmînêan azgagrakan joxovatsû) ya hejamara 5ada li Moskvayê ҫap bûne. Beri hinge Komîtas  sala 1899 li Berlînê bi nivîsara dîplomyê  li ser mûzîka kurdî xandina xwe temam kiribû. Ew nivîsar ne hatîye xaykirinê. Karê Komîtas li ser mûzîka kurdî bi rêzdarî gotî bê bîranînê.  

Para pirtûkêye duda Deba stranbêjya kurdîye, ku paraweyî li ser ҫar ҫiqlên stranbêjyê  u jîana wan dive. Bi sire têne şrovekirinê stranbêjya aşiqyê, stranbêjya bawarya  kurdên êzdî,  ya bajaryê u bi teybetî stranbêjya gundyan bi xemlên eyd û edetên gelva. Evan parana  usa jî li ser nîvîsar û peyamên başqe-başqe yên hêja Serefxan Bîdlîsî, Mele Mehmûd Bayazîdî, û nîvîskar û mûzîkzanên  ermenya hîm divin.

Para pirtûkêye peyhatî li ser Janrên stranbêjya kûrdîne, bi sîstemeke dewlemende têr û tijî.  Di wê sîstêmêda dîsa jî  stranên gûndyan cîyê teybetî digrin û bi freyî dewlemendya mûzîka kurdî tînin ber ҫeva. Di nava stranên gundyada stranên destanan, stranên dîrokî,  stranên mêra yan mêrxasyê, yên erf-edeta başqe divin. Stranên tirêqên êzdya, qewl û beyt, dîroka stranbêjya kurdî  bi reîşkên xweye kûre hezera salan dixemîlînin. Ev para stranbêjyê  heta  niha jî hewceyî  guhdaryêye. Lêkolînên wan gele pirsên taybetî ya jîana stranan,  xeysetên stranbêjya kevnar û sedsalyên navîn karin dîharkin.

Para pirtukêye pasin li ser xisûsyen stanbêjya kurdîne. Tê lênihêrandinê rêzmana mûzika kurdî. Ev par paraweyi li ser  ‘lad-întonasya’, rîtm u teherên ҫebûna stranan dive. Usa jî mal/xanyên awazan û peyvan têne himberîhevkirinê.  Stranada  xên jî xisûsyên edetî usa jî yên ne edetî têne kivsê, ku hîvya lekolînên nûne. Herwiha, pirsên cûk û mezin têne lênihêrandinê li ser dereca mûzîkzanya bilind ya we deme.

Zimanê pirtûkê ermenkîye. Kurteserecem bi rûsîye.

Zimanê kurdî û mûzîka kurdî bi rêkêda diҫin. Xetera asîmîlebûnê heye,  loma jî pêwîstya pêşekzanên nû heye.

 XELAT