ŞEVÊN XEMGÎN ÊN ANAHÎTAYÊ..
Helbestvan: Ehmed Huseynî
Vê şevê,
Dara leymûnê pişta xwe dide min,
Çavê xwe li bayekî hênik digerîne..
Cîranê me pencereyê vedike,
Çirayên bajêr melûl in
Tiştek tê bîra wan,
Belkî govenda kenê te be..
Belkî sirûda bisk û xalên te be,
Belkî ewrên derengmayî yên buhara gerdena te be..
Ha ji dilê min hebe
Diêşe lê tu nabînî..
Vê şevê,
Dara leymûnê payîzê ji bîr dike,
Dara ku pelan naweşîne..
Dara ku çûkek rêya xwe pê naxîne..
Dara ku bi tenê bagerên dijwar serdana wê dikin,
Dara leymûnê ya ku belkî ez bim!!
XELAT
