Li wan peseran diçêrin keriyê Pezkoviyan
Helbestvan: Hêmen Kurdaxî
Li wan peseran diçêrin keriyê Pezkoviyan
Li wan peseran diçêrin keriyê Pezkoviyan,
Berf dihele, ji wan berqefan, dadigere newalan,
Bi Nêrgizên bejî, xwe pêçane wan Zinaran...
Min jî bi dilê xwe lêda bû ew evîna kutik û şîndar,
Ku liser dixwînin darên Sewliyê; baskên Çivîkan...
Li Efrînê...
Li Şehbayê...
Li Kobanî...
Li Amûdê...
Li Qamişlo...
Li Hewlêrê...
Û Silêmanî...
Li seranserî Welatekî; Melodiya keziyên,
Esmeran distirên; evîna zeriyên Qemer.
Wê çi bibe, eger her guleyek darek be!
her bombeyek şarek be!
her lîliyek zarokek be
Sor jî jibo her dildarekî li sibeyan gulek be?!
- 01. 2024 Bukarest- Romaniya
XELAT