EZ RANAZÊM Jİ VAN DERDAN

EZ RANAZÊM Jİ VAN DERDAN

Helbestvan: Mehmet  Çobanlglu

 

 

Her derd ê min wek çîyan e

Her xemê min wek çeman e

Ez di kûr de birîndarim

Gulên min de pel neman e

Ku ew çavê dil dibîne

Bi nav wî de evîn heye

Dil ev dilê evîndar de

Dilinî û hêvî heye

Şeva reş min ve girê dan

Di navber de agir berdan

Dilê min jî te dixwaze

Ez ranazêm ji wan derdan

Xizaniyê pir westiyam

Ji xeman ez pir helîyam

Te can anî mirina min

Bo evînê rawestîyam

Şerm û sira min ji te ye

Evîn û  dil nav de heye

Dest û baskên min ji tu yî

Dilê  min jî li bo te ye

 

 16.10.2024

Stanbol

XELAT