Helbestvaneke jin a Rojava koça dawî kir

Helbestvaneke jin a Rojava koça dawî kir

Îro roja 26-2-2025 helbestvana kurd a naskirî li Rojavayê Kurdistanê ji ber nexweşiyê li bajarê Duhokê ya başûrê Kurdistanê koça dawî kir.

Li gorî ragihandina dost û alîgirên helbestvana kurd (Diya Ciwan) ku di temena 72 salî de, koça dawî kir ku xwediyê erkên netewî û yek ji parêzvanên çand û hunera resen a kurdî bû ye.

Diya Ciwan sala 1953`an ji dayik bûye, di malbateke rewşenbîr û neteweyî de hatiye perwerdekirin.

Diya Ciwan di hevdîtineke xwe de dibêje:  "min hingê nivîsî, roja ku min başî û xirabî, sitembarî û berxwedan ji hev cudakir. Roja ku devê min tama talî û şêrînahiyê ji hev cudakir, ew roj bûne destpêka nivîsandinê, min di hindirê xwe de bi evînekî mezin dinvîsî, lê bi bûyerekî biçûk, bi wateyekî kûr, hew min dît ku nivîs xwe ji sînga min davêje ser rûpelan, ew dem jî di sala 1977 de bû. Wesan bû destpêka nivîsandinê".

Piranî rojname û kovarên kurdî li Kurdistanê û derveyî Kurdistanê nivîs û helbestên Diya Ciwan weşandine û xwediya 14 berheman e.

Xelat