Dunya
Helbestvan: Cindiyê Metînî
Min ji derdê te kiriye qîr û qar
Ta di xwîna min de ew ta bûye qar
Mûyê sipî xwe li serî wergirin
Bûm Kuldarê delala xwe ji eşqar
Ma ji kula pêve çi hiştî ji mi r..?
Dunya, dilo ḧezkirin tev tê de mir
Bawî qudûm, û çavin kêm awirin
Pişt bûye ẍûz, weriyaye lê demir
Şîrînê di mêlaka dunya te bir
Ḧemî xizma tev li dost û xûşk û bir
Dê dilsot, û zarê ziman şaşkirin
Mirina reş di nava bava de bir
Ji warê min, dijminê min, min dera
Bûm Perîşanê li her cî û dera
Li hêviya jînê min bende kirin
Mame parsekê li cada ber dera
Payizê her dide li dar û bera
Jê diweşe kulîlk, û Ќerkê bera
Mane tî zozan, û gol hew avgirin
Bexçe mirî li zuha sîng û bera
Hîm û kevir werkirin kanyê çema
Ta bi yezdan wî jî ne gotî çima
Darê zêrtonê mi tevdî dibirin
Ḧişk kirine şaẍê wan ji bo ḉema
Mêrge warek nêrgiz û gul û lal bûn
Reh di xakê de bi ava zelal bûn
Ji kokê de bivira tev hilkirin
Mêşê hingiv engirîn ji war lal bûn
Ew gula min çandî hew wê dibînim
Erê zanim bêna wê hew dibînim
Avyarên gul tevde bûne gawirin
Jînê ji gulê re ma ji ku bînim
2020
Cindiyê Metînî
(Bavê Metîn)
XELAT
