Çend helbestên helbestvanê Polonî `Kazimierz Burnat`
Wergerandina ji Îngilîzî: Husên M. Hebeş
Ewr
Ewr di pencereyeke şîn û kûr re
ji hev dişelin
Tu li hezkiriyên xwe digere
Dengê dayikekê ku bi bîrbirî
ji te re dibe alîkar
ku tu hilm kişandinê bidomînî
û bi wêrekî bihêlî sibe bi bêhna mij
û berhemên kulîlkan
derbas hundir bibî
li ser tabloya qermiçî ya ezmên
rewşên ku li ser fîlma bîranînê hatine tomarkirin
ji holê radibin
Tu hêdî hêdî di nav siyan re derbas dibî.
Di nav bermayên
zarokatiyê de digere
****
Utopya
Ez bi dûrketina ji laş
li nemiriyê digerim
Laşê min heye
lê ez ne laş im
durûtî yan xwedayî
lê ji zarokatiyê de
Ez zanetiya civakê
bi mirî û zindiyan diparêzim
Jiyan (demkiye)
bêwate ji nû ve tê vejandin
mirin hîn sax e
divê mirov wê tine
binax bikin
Wê gavê ez ê li ser kenara
demê rawestim.
Bêyî ku ez bimirim
Ez ê derbasî cîhana ramanan bibim.
****
Surprîza Xwedayî
Mirin mir
Hemî qurbaniyên têkçûyî
dê beşdarî merasîma cenaze
bi zendên tije rûmeta nemirî bibin
tiştê ku winda bûbû
wê bi hêzek berhevkirî
ya nifşan vegere jînê
zayîneke derhoze ya bêdawiya hebûnê
bi dojeheke ji cefayê
ku paqijkirî ji evîna demsalî
û bihuşta pêkanîna mirovan
koleyên tirsê
rêberên dilsoz yên
gerdûnê ne
mirin mir
****
Tiştekî ji min re bêje
Tiştekî ji min re bêje
tiştekî ku herdem
ku ez ê bi bîr bînim
bêdeng nemîne
bêdengî jî dikare neyê jibîrkirin
lê te têra xwe kiriye
tu nabêjî tu ne bêdeng î
ew tenê perçeyek ji jiyanê ye
ku ez ê ji bîr nekim
bi bêdengiyê
Ez ê nebûnê derbas bikim
mîna te..
****
Têgihîştin
Pêwistiya min bi çend kêlîkan heye
ku dûrbûnek hebe
ez ê li ser
kizotên şewitandî
hizir bikim
Ez çavên xwe digirim
û pistîna ku derbasî sibe dibe hest dikim
heyv dest ji xwe
li ber ronahiya nerm
ya sibehê berdide
Bi lêdaneke dil ya germ
ez xwe li se tazebûna wê dinivîsim
ji bo ku ez wateyek nû
ji germbûnê re bêtir bikim
Ez xwe
di perçeya qutiya xwe ya ezmanî de
bi cih dikim
***
Kevir
Di zaroktiyê de
nanê teze bêhn jê dihat
çirûskan germahî didan
carna jî hêrs
îro
ez bi mêxûl birîndar bûm
Ez bi hêviyê diqîrim
“mirin nîne”
bêtir û bêtir
ez rûyê erdê diuguvêşim
Ew tenê şînnameyeke
ku zindî
didin zindîyan
*****
Nêzîktir
Ba tenik bûye
hilmên siwa
Bişirîna bêtir bûyî
te nivîsên qalikê darmaziya xwe
û zimanê heyînan di qulikên veşartî de
têngihiştiye gengeşiya
li ser çarenûsê bibire
û bişîne ji dûman re
yan jî xaçan bilind bike
ji bo kê?
piştî hemû tiştî
te şax himbêz nekirin
tu negihiştî kokan
axir te hemû şax hembêz nekir
negihiştine koka xwe
te hîn jî riya ku ber bi
xaçerêya deman ve diçe
nedîtiye
-----------------------------------------------------------------
Kazimierz Burnat: Ji poloniyayê ye, Helbestvan e, gotarnivîs, wergêrê wêjeya Slavî, rojnamevan û rexnegirê wêjeyê ye... Nivîskarê 23 pirtûkên helbestan, di nav wan de 6 çapên nû ne û 7 wergerên ji Çekî û Ukraynî ne, û bêtirî 60 pirtûkên kolektîf yên bi wergerên berhemên ji van zimanan, herwiha zimanê Belarusî, Rûsî, Slovenî û Macarî jî hene. Wî ji bêtirî 90 pirtûkên cihêreng re edîtorî yan pêşgotin nivîsandine. Hev-nivîskarê nêzîkî 370 antolojî û lêkolîna ye. Ji bo 45 zimanên biyanî hatiye wergerandin.
XELAT
