Seîd Yûsiv

Seîd Yûsiv

Helbestvan: Ezîz Xemcivîn

 

De vegere welatê evîna xwe hunermendo!

De wê axa pîroz bi hezkirina xwe ya bêdawî biramîse..

Hunermendo!

Dilê Qamişloka evînê li ber te vekirî ye..

Tu hunermendê jiyaneke bêsînor î.

Li dergehê hestan didî,

li bin hemû sîwanên hezkirinê dijî..

Seîdê Kurdistana rengîn,

evîndarê zimanê Kurdî,

Şagirtê Cizîrî û Xanî,

Helbestvanê strana hemûyan

Ciwan, zarok, kal, xort û keçikan.

Hunermendo,

de were,

welat bêriya dengê tiliyên te kiriye..

Hunermendo!

Nimêja evînê li goristana (Qidûr Beg)

li hêviya canberiya te ye..

Were, ewrên hêviyên xwe bide ser birîna evîndaran

''Qamişlo Bajarê Evînê''.

Dengvedana dilê te ye,

awaz bi awaz şêrîniya gotinan dibilîne,

axa welat, ji girnijîna te hunerê dibişkuvîne..

Hunermendo!

Çendîn sal in,

“wa Mencê wa reyhanê” li guhê civakê dide

(jin çênebûye ji bo kewna malê),

banga te ye

“berê xwe bide xwendinê,

berê xwe bide xwendinê”

kotir û qumriyên evînê

bi wan pêlawazan re difirîne..

Hunermendo..

Were dildarê ko dilan şad dike..

Were dîsa baxçeyê dilberê bi nêrgiz û şilêran ava bike..

Gulşengên azadiyê bi xemil û xêz bike..

Bi sirûdên newrozê deşt û çiyan bihejîne..

Evîna resen bike gulberoj

bi peyvên zêrîn di guldanka şahiyê de biçîne..

 

(Ji pirtûka Tenteneyên Azadiyê)

 

29.02.2020

XELAT