Ji bêşan bê par kirim?
Helbestvan: Bêçarê Kurd
Ji bêşan bê par kirim?
Dîlberek şeng û şepale
Awirên wê kirme kale
Jênî birin wê ji min da
Hîştim bê dost û hevale
Hîştim weku fanî kirim
Tenha kirim dil jê mirim
Ez ji bêşan bê par kirim
Kirme nav xewn û xeyale
Kirme lorî pîn dikirim
Weku xwest ji xwera birim
Carekî sîng na vekirim
Lê çiqasî ma delale
Her ku dihat bi min xweş bû
Hesreta min çavên reş bû
Çi girnî da dil pê geş bû
Bêcar bese tu menale
15/-08/2025-Kobanî
Xelat
