LI SER SÎNGÊ DEMÊ
Helbestvan û Nivîskar: Merwan Berekat
Ez serê xwe rakdim û nihrînên xwe li sîngê çiyên xemgîn û hestşewitî diçêrîmim.
Li pey hêvî û meraqên xwe yên ciwan û pîr dibim xewneke hişyar û rêçika kadizê çeperast dizîvirînim.
Li vî welatî tiqtîqa kenê şevreşkan e!
Ez carinan bi mijangên demê dilîzim û xwe ji xwe dipirsim.
Bêdengiya valahiyeke ji dengvedana ba û kenekî westiyayî dibin sîmfibniya straneke peyvbirîndar.
Li vî welatî bilbil li awazên xwe digerin!
Li daran guhdar dikim. Çîrok û şevbuhrkên kewan ji zinarên dilniyaz re dibêjim.
Xewnên gelawêjê eniya berbangê radimûsin û çirûskên ronahiyê dibin helbestên nûjiyanê.
Bi bêhn û hilma axa welêt, ez bûka her sibehekê hene dikim.
Efrîn: 04. 08. 2024
XELAT