XEWNA WELAT
Helbestvan: Siltana Memê
Vegeryame serê şaxa,
Ba gula xwe hemû çaxa,
Sal, qurne bû, li ber daxa,
Dilûband ser gor û axa.
Warê şîrîn, kêş û kanî,
Min konê xwe fêzê danî,
Dest min girtin çîya, banî,
Emir rojêm paş da anî.
Miçiqî av, hêser çevan,
Ken aza bû rewşa lêvan,
Ba silava Kal û Bavan,
Li min veda pir dilovan.
Hişyar nabim ez vê xewnê,
Bawarim ji neqiş-tevnê,
Hate dawî şîn û heznê,
Welatê min kete xiznê.
Qîz û xortê deng, aşiqmend,
Sewda Welat leheng, lewend,
Şaxa girtye gul sergovend,
Çi hêja ye, çi dewlemend.
27.10.2024s.
XELAT
