Te çi divêt lo?
Helbest: Hasan Kordede
Sed lolok û sed dîlok
Wekî hevin giş pîvok
Lî cîhanê belav bûn
Teva wekî çavçílok..
Bûne xal û bûn xarzê
Bûne ap bûn birazê
Weka avzêmk kad dizê
Hin jê xweş bûn xelîlok..
Hin jê talû tirş û toj
Hin jê bûne hestî koj
Hin jê ketin bûn dil soj
Gelek jê bûne çivok..
Me divêt hew yek dirust
Rastî bi hirin bihust
Bi gelra be her dem dost
Ne ku diz be ne revok..
Vîndarê axa xwe be
Dîndarê ziman ew be
Hîngê mizgîn wê vebe
Ne tirsok û ne dehlok..
01/05/2024-Serzorî
XELAT