BANGA KURDISTANÊ

BANGA KURDISTANÊ

Helbest: Suphîye Bulut

Kurdistan dibêje

Ey miletê min guhê xwe bidin min

Bila qibleya we Kurdistan be

Bi ala min û bi navê min bimeşin.

Ey miletê min ê qedirbilind

Ez pîroz im, ez rûmet im

Bila ji koletî û zincîran xelas bibim

Bila ez azad bim li ser axa xwe.

Bo serxwebûn û azadiya min

Bila ronahiya rojê li ser min bibiriqe

Bila bayê azadiyê li ser ala min bifire

Navê Kurdistanê bilind bibe di ezmanê şîn de.

Ji Rojava heta Başûr, ji Bakur heta Rojhilat

Destên xwe bidin hev, dilên xwe yek bikin

Bila ev bang bigihîje her dilê Kurd,

Serxwebûn ne xewn e ew rastiya min e

Xelat