Tara Mamedova - Buka Zerîn

Tara Mamedova li ser vê stranê dibêje: "Stirana “Bûka Zerîn” bi gelek zimanan hatiye gotin û bi hemû zimanan jî pir xweş encam daye. Sala 2012-ê li Fransayê, min ev stirane di albûma “Comptines de miel et de pistache” ya ku ji bo zarokên Rojhilata navîn hatibû çêkirin, got. Lê min wê demê nedizanî dîrokeka wê ya dêrîna kurdî jî heye. Piştî vekolîna vê mijarê, min dît ev stirane li sala 1900-ê, ji layê Mehemmedî Mamlê ve bi kurdî hatiye gotin. Ez pê mendehoş bûm. Ji wê rojê û heta niha, min ev stirane di hemû konsertên xwe de gotin. Ev ro ez tomara vê konsertê li gel dîmenek asan û delal ku me bi spontane wergirtibû, pêşkêşî pesenda we guhdarên hêja dikim."  

‌Hunermenda Kurd kurtejiyana xwe bi nameyekê ji Sekoya Kurmancî re dişîne eve jî kurtejiyana wê ye:

Hunermenda navdar a muzîka kurdî (Tara Mamedova) di sala 1983’an de li bajarê Kok-Yangak ê (Qırgîzistanê) destpê dike. Hunermenda me, heya heşt saliya xwe li gel malbata xwe li Kokcangakê dijî. Piştî belavbûna Yekîtîya Sovyetê tevlî malbata xwe koçî bajarê (Saratova) yê Rusyayê dike. Heta sala 1996’an li Saratova dijî û ji bo perwerdehiya muzîkî, dans û şanoyê diçe Moskoyê. Li bajarê (Yaroslavl) li dibistana Polyana dest bi perwerdeya hunerî dike.

Tara, ji malbateke Kurd e û bi eslê xwe ji navçeya Bazîdê ya girêdayî parêzgeha Agirîya Bakurê Kurdistanê ye. Alîkî wê yî din jî ji Wanê ye. Kesa berê wê daye hunerê û herî zêde bandor lê kiriye, dayika wê ye.

 (Tara Mamedova) ji zaroktiya xwe ve bi dengê dayika xwe ya mamoste mezin bûye û gelekî zêde di bin tesîra wê de maye. Bi rênîşandana dayika xwe, di gelek cûreyên hunerê de perwede bûye. Beriya ku bi temamî dest bi kariyera muzîkê bike, li pey xeyalên xwe diçe Fransayê. Bi salan dixebite da kû armanca xwe pêk bîne. Li wê derê li aliyekî perwerdeya xwe ya muzîkê berdewam dike û li aliyê din grupên (Jazzê) yên ku li kolanan hunera xwe pêşkêş dikin, nas dike. Di vê navê de, li gel perwerdeya hunerî, perwerdehiya zimên jî didomîne. Ew tingînîya Muzîka (Romans a Rûsî) ku di zaroktiya xwe de her tim bihîstibû, bi Kurdî û Muzîka Kurdî ve kelijand û bi qasî 10 salan bi gelek ceribandinên (Folk û Jazz)’e de dengê xwe keşf kir. Ne tenê di warê Mûzîk,Dans, Şano û Zimanan de, lê dibe xwedî şans kû li televîziona Kurd1 ê weke pêşkêşvanjî bixebite.

Hunermanda me ya ku xwedî şêweyekî resen e, ji bo xwegirêdana bi kok û eslê xwe û dewlemendkirina rêwîtîya xwe ya hunerî, vedigere Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê.

Tara Mamedova di sala 2010’an de albûma xwe ya yekem kû ji 4 stranan pêk tê ( wek maket) derdixe. Tara Mamedova’ yê rê û gotinên xwe hilbijart, û di emrek ciwan de bi stranên xwe kû bi xwe nivîsîye dest bi rêwîtîya hunera xwe ya Kurdî dike. 2010’an de bi xebateke ku ji çar parçeyan pêk hatiye, dest bi kariyera xwe ya muzîkê dike. Di 2014’an de li Tirkiyê bi cih dibe Li çend bajaran bi sedan konsertan dide. Di sala 2015’an de yekemîn albûma xwe ya bi navê “Ax” derdixe. Di 2018’an jî albûma xwe ya “Live Studio Sassion İstanbul” derdixe. Di 2021’ê de bi albûma xwe ya “Giran” dîsa derdikeve pêşberî guhdarvanan. Tara Mamedova bi kariyera xwe ya muzîkê, di gelek projeyan de cih digre. Hunermend Tara Mamedova li gel hunermenda navdar a cîhanî Yasmîn Levy, ji hunermendên navdar re stran çêkirine. 5 stran jî ji bo (Zara Mgoyan)’ê ku di heman demê de hunermenda Dewleta Rusyayê û Unesco ye, çêkirine.

Hunermenda ku bi 5 zimanan dizane, xebatên xwe yên muzîkê li gel tevlîkirina çanda xwe ya dewlemend didomîne û di rêya çêkirina muzîkeke gerdûnî de dimeşe. Hunermenda Kurd Tara Mamedova li ser dikê ne tenê bi Kurmancî; bi Ferensî, Russî,Soranî û Zazakî jî stranan dibêje.

Di vê demê de jî Tara Mamedova bi mizgînîha balbûmeka nû û gelek konserên taybet dilê gihdarvanên xwe şa dıke.

ٍSekoya Kurmancî