Gunehê Min Ez Kurd im
Helbestvan: Merwan Berekat
Gunehê Min Ez Kurd im
Mirovê ku dibêje "erê" û tê kuştin, ez im
Mirovê ku dibêje "na" û tê kuştin, ez im
Mirovê ku dibêje "erê, na" û tê kuştin, ez im
Mirovê ku dibêje "aştî" û tê kuştin, ez im
Mirovê ku dibêje "azadî" û tê kuştin, ez im
Mirovê ku dibêje "biratî" û tê kuştin ez im
Mirovê ku dibêje "wekhevî" û tê kuştin ez im
Mirovê ku "dikene" û tê kuştin, ez im
Mirovê ku "digirî" û tê kuştin ez im
Gunehê min
Ne ku ez nizanim bistirêm
Ne ku ez nizanim hez bikim
Ne ku ez nizanim semayê bikim
Ne ku ez nizanim gulan biçînim
Ne ku ez nizanim zarokan şad bikim
Ne ku ez li awazên bilbilan guhdar nakim
Ne ku ez nizanim helbestan bixwînim
Ne ku ez nizanim rêzgirtina mirovan bikim
Ne ku ez nizanim reş û spî ji hev derxim
Ne ku ez nizanim govendan bigerînim
Ne ku ez nikanim jinê bikim xwedawend
Gunehê min
Tenê dibêjim ez Kurd im
Kurdistan welatê min e.
Qamîşlo: 03. 03. 2025
XELAT
