NIFIRÊ EVÎNÊ
Helbestvan: Seyrana Celad
Gelo kê kir li min nifir, nelete,
Bûm dîl girtya huba betin, hesrete,
Çi hewce bû tovê nazik dil da çand,
Ku nedima ne şop, ne jî berete.
Çem û çîya wek xayîna navbere,
Dilê bengî çol û besta digere,
Winda bûye, vercimye nav kul, xeman,
Perwaz nade, çikestye bask bê pere.
Didebire nava fikir û sewda,
Sero bin kir, emir û jîn lev hevda,
Nas nekira, çêja mohbet qet tû car,
Razama kûr, ez bimama li xewda.
Bi misilhet, zarê şîrîn min xapand,
Tevna nexşe û gul-gulî veresand,
Hîmê avît, dîwar hiljend mermere,
Derbek giran, bê rehm lêxist û hilşand.
Li her dera hevra dikin em tivdîr,
Herdem hiş da, deqek naçe ji min bîr,
Qesra ruh da, hîsê pîroz gulveda,
Naçilmise, wê hebe ça roj,nedîr.
Bese evîn neke nelet û nifir,
Nebe irnûs wek xêrnexwez û kafir.
#Helbest 10.10.2024s.
#Wêne 10.10.2024s.
XELAT