ÇARENÛS

ÇARENÛS

Nivîskar û Helbestvan: M. Emin Aslan

 

Dema zarok hate cîhan ê

Dest avête bendê jîyan ê

Zordar dest avête ferman ê

Bi dehan tajî tûle berdan ê

Zar û ziman bû nasname

Xelk û âlem bûn serbixwe

Pênûsê nivîsî çarenûsa te

Bes zordaran tu kirî bende

Bendek li sukura te danî

Tu kirî kole bi erzanî

İro tu ne ji van ne ji wanî

Lew bi zimanê xwe nizanî

Ziman rûmeta mirove li cîhanê

Lê qedexeyê li mekteb û dîwan ê

Riwayet û dirayetan destûr didan ê

Zordaran çarenûs anîn ber neman ê

 

( 16 11 2023 )

XELAT