Li Gurcistanê pêşangeha şêwekarî ya hunermend Înna Raşî
Hunermenda Kurd a li welatê Gurcistanê (Înna Raşî Aloyan) pêşangeheke şêwekarî li bajarê Tiblîsê lidar xist ku hemû bi destê xwe amamde kiribûn û rastî eleqeyeke mezin hat.
Di vê derbarê de hunermend û şêwekara kurd Înna Raşî ji Xelatê re ragihand û got: Pêşangeha min ji 22 tablo û 9 gobelen û 1 xalîçê pêkhatibû.
Înna Raşî diyar jî kir ku, pêşangeh li civata ruhaniya Êzdiyan ya Gurcistanê birêveçû, hêjmarek mezin ji kurdên Gurcistanê serdana pêşangehê kirin û çendîn çalakiyên hunerî jî hatin li darxistin.










Xelat
