Pêşangeha tabloyan ya hunermendên kurd li Gurcistanê

Pêşangeha tabloyan ya hunermendên kurd li Gurcistanê

Li bajarê Tiblîsî paytexta Gurcistanê pêşangeheke tabloyên şêwekarî yên du hunermendên Kurd hatin lidarxistin û rastî eleqeyeke zêde hatin.

Pêşangeh taybet bû bi berhemên hunermendên şêwekar yên her yek li (Lamara Mîrangî û Meryem Yûsûpov), di vê derbarê de hunermenda şêwekar Lamara Mîrangî ji malpera Xelatê re ragihand ku pêşangeh li “Hermit Space” bi navê "1+1. Diyalog" hate lidarxistin. Her weha Hêjmarek zêde ji hezkiriyên hunera şêwekariyê beşdarî pêşangehê bûn.

Hunermend (Lamara Mîrangî) li ser rûpela xwe ya facebookê peyamek ji amadevanên pêşangehê re nivîsiye û gotiye: "Gelek spas ji we hemûyan re, ez gelek ji we hez dikim, bi rastî we pêşangeha me xweş kir û gelek hezkirin û germahî da me, ku dê enerjî û teşwîqê bide me ji bo afirandina karên nû. Gelek spas ji birayên Henri û Alex Akofian re ji bo performansek mezin".

XELAT