Zivistan E Va Ye Hatiye Zivistan E
Helbestvan: Mihemedê Cezawîr (Hemkoçer)
Zivistan E Va Ye Hatiye Zivistan E
Heyamek a sar e, rojekê ba ye, bahoz e, rojekê berf e û yekê jî baran e
Sewda min radibê, di nav ra li serê min dixê mîna pêlên behran e
Di canê min da diheze, diçelqe, eşq û evîna te ya bi jan e
Sal ketin salên heftan e
Ez î ber xwe didim mîna Teyar Axa yê hinda bûye li rê û dirban e
Wek Tawîr Begê Lawîn ku mayî li çolan e
Nolî Mêmê Alan Siwarê Bozê Rewan, li ber delavê Cizîra Botan e
Li fena Dewrêşê Evdî şaş bûye li nav Erdê qulemişkan, seba eşqa Edûla Milan e
De hayê hesreta minê hayê..
Zivistan e, sar e mîna roja min tu kêl kirî dîsa nîgarê te yî liber çavan e
Sayîkê diho bû dema li kolanên Efrînê te firk li min dişkandin û min gav dikirin ser gavan e
Tu bûbû xezaleka serê çiya, ez bûbûm awcîkî bê tîrkevan e
Ne tu dihat girtin, ne ez dibûm osan e
Zeman e cindiya minê zeman e
Carina li heza mera tê û carinan yaxin û yaman e
Zivistan e..
Dîsa li ber çavêd min dere û tê yaxmekirin û talan e
Ji yacîkî ve ketina ber destan ji yacîkî êşkince û wêran e
Qedera min û Efrînê yek e, bi serde te jî bar gêrkirin ser baran e
Nizanim çawa evîn bi êşê re dimeye bi van helbestan e
Nizanim çawa hêvî bûye dermanê van dilan e
Hêdî dike min gotinek ji wan lêvan e
Nirînek ji wan çavan e
Şa dike min ji sîng û berê tîştîrî çiftek dudu ramûsan e
Tu were bi bejna xwe ya bûkinî li min bibe mêvan e
Rojekê ji van rojên zivistanê, ez hîs bikim li Efrînê, cindiya min, xelkê kîbar, ê bi min re bûye hêvan e
Jiyanê dikeyîne bi hatina xwe, min dike xortekî cep î can e
Ez radibim û radikim hêfa xort û keçên bext lê şikiyan e
Bila têkeve dîrokê çêroka min û te va, li Efrîna xopan e.
XELAT