Bêtût xweşe?

Bêtût xweşe?

Helbestvan: Bêçarê Kurd

  

Bêtût xweşe?

 

Were rûne li bêtûtê

Nadim b'şam û bêrûtê

Kuda herim ji labûtê

Bêhna te xweş wek êgûtê

Ketim eşqa herdu çava

Wê ez hîştim bendî lava

Newêrim bêm ber bi gava

Ji bîr nekim xweş silava

Bêyî te ez her mirîme

Her dem b'êş û girîme

Wek beyaran av birîme

Bizan ku ez ne kawîme

Ji vîna te ez bêçarim

Wek aso yê bendî karim

Tenha ji vî warî narim

Bona te ez her pêdarim

Bona te ez cefakêşim

Dil û hinav her bi êşim

Wek rihdêdî li nav lêşim

Xwîn ji cergê vedirêşim

10/01/2025-Kobanî

 

Xelat